Rêwîtîyên Gulliver
Navê min Gulliver e. Ez îngilîz im. Jina min û zarokên min hene. Ez ji rêwîtîyê hez dikim. Ez ê biçim cihên balkêş. Ez ê niha serpêhatîyên xwe ji we re vebêjim...
🛒 Google DriveDêw û Dîlber
Carek ji caran, malbateke pir dewlemend hebû. Rojekê bûyerek dihê serê wan û gelek xizan dibin. Bavê malbatê xeberekî dibihîze û diçe benderê. Gava diçe benderê dibîne ku xezîne nîne. Piştra dixwaze vegere malê bi Dêw re rastî hev dihên û serpêhatîyên nû dest pê dikin...
🛒 Google DrivePisîka Cezme poş
Ev çîrokeke serpêhatîyê ye. Aşvanek heye. Sê kurên wî hene. Ew dimire û kurên wî mal û milkên wî parve dikin. Kurê herî mezin ji xwe ra aş dibijêre, yê duyem ji xwe ra ker dibijêre û ji yê biçûk ra pisîk dimîne. Piştî vê serpêhatî dest pê dikin...
🛒 Google DriveAlice li Ecêbistanê
Ev çîrokeke serpêhatîyê ye. Alice keçikeke piçûk e. Kîvroşkeke bi kelecan dibeze û dikeve di nava qulikekî da. Alice jî li pey kîvroşkê dikeve nava wê qulikê û dikeve bexçeyekê ecêb. Piştra serpêhatî dest pê dikin.
🛒 Google Drive
Peter Pan
Peter Pan li Neverlendê dijî. Ew Wendy dibîne û jê dipirse ku bi wî ra were. Wendy û birayên wê diçin Neverlendê. Piştra serpêhatî dest pê dikin…
🛒 Google Drive
Prensesa Biçûk
Prensesa biçûk çîroka keçekê biçûk e. Navê wê Sara Crew e. Ew ji Hindistanê derdikeve û diçe dibistaneke şevîn li Londonê. Tenê bavê wê heye û pir jê hez dike. Bavê wê mirovekî dewlemend e. Sara diçe dibistana Miss Minchin. Xanima Minchin jineke gelek dilhişk û bêrehm e. Dema ku Sara di yadeh saliya xwe da bû bûyeree trajîk diqewime û Sara her tiştê xwe wenda dike. Miss Minchin tiştên xirab bi Sara dike.
🛒 Google Drive
0 Yorumlar